Ew Çi Ye? APK Download

By NoushinSoft

Version: 3.0 (5 downloads)

About Ew Çi Ye?

Mamik an metel an ku tiştanok pişkeke cidanebûyî ji ferheng û folkulora Kurdî tê hisabê.

Gelê Kurd li dirêjîya jiyana xwe de her tim xebitîye bi şiklên cur bi cur vê ferhengê biprêze.

Çêkirina metel û mamikan (tiştanok û têderxistinokan) yek ji van rêyên parastina ziman û ferhengê ye.

Di nav Kurdan de derheqê babetên cur bi cur wekû meselên jîyanê û siruştê; êmîş û fîqîyan; mêrxasiyê, rihdiberan û heywantan, xasma babetên pêhevceyên jînê metel û mamik hene.

Metelên ku di vê nermalavê de hatine bicihkirin hasila çenda salan lêkolîn û geriyana rêzdar Muhemed Riza Semedîzade di nav civak û cemaetê, bi taybet gelê herêma Ûrmiyê de ye.

Lîstoka Ew çi ye? piştî çend mehan têkoşîna me hatiye amadekirin û her kes û hemû astên temenî wek zarok û mezinzn dikarin wê bi kar bînin.

Ew Çi Ye? lîstokek e ku ji 100an mamik û metelên kurmancî pêk hatiye û her merheleyê de dibe hûn bersiva pirsê peyda bikin heta ku hûn bikarin herin merheleya din.

App Information:

  • Category: Word
  • Developer: NoushinSoft
  • Version: 3.0
  • Update: 24 August, 2023
  • Google Play ID: com.noushinsoft.ewciye
  • Installs: 5
Browse Categories